Ana Sayfa › Şiirler › Ji Anatomîya Jinekê (Dersa Yekemîn)
✍️
ŞİİR

Ji Anatomîya Jinekê (Dersa Yekemîn)

Gulîzer
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ji Anatomîya Jinekê (Dersa Yekemîn)

1- Bi tîpekê dûrî jan ê ye
2- Zimanê wê qedexe ye ji dilê wê re
Pira di nava dil û zimanê wê de şikestî ye
3- Her qermîçokek rûyê wê xwedîyê çîrokeke dilşewat e
4- Hertim du dilop hêsir dibin şirîkên kenên wê
5- Cênîkên wê nobedaran xwedî dikin, ji bo kontrola çavên wê
6- Tim bi stûxwarîya dîya heft qîzan dijî
7- Ji bo girêbidin zimanê porê wê, dolbendekê avêtine
serê wê
8- Ji kerba dilê xwe yê parçebûyî re bi ta û derzîyê re
bûye heval,
kêlan diavêje navbera xeyal û jîyanê
9- Gava dizewice evîna xwe dike kûzekî û dihere ber
derê mala zavê
Tevlî wê evîna qaçax a di dil de nikare têkeve hundir
Ji ber ku çavên wê bar nabe ji kesê re jî nahêle
Li erdê dixe, parçe dike û gav diavêje dojeheke nû.
10- Meşa wê bi usûl kenê wê bi tore ye
11- Li ber destaran li rastîya jîyana xwe hay dibe
Xeyalên xwe jî tê de hûr hûrî dike
12- Gava her serê sibê tenûrê dadide, ji bo li jîyanê bimîne,
daxwazên xwe dike ardû û pê zikê zarokên
xwe têr dike.
13- Jîyan ji destên wê yên qemer diherike, lê mêr jê re
dibe hewî.
Hewî devê felekê girê dide û wê li ber çavên jîyanê
Reş dike.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.