Ana Sayfa › Şiirler › Xatir
✍️
ŞİİR

Xatir

Gulîzer
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Xatir

Ez ê kurrekî bînim ji te re
Ez ê rûnêm li ber dergûşê û
Bilorînim li ser .

Wê hingî delalî be
Li ber dilê min
Ez ê biavêjimk ser qebedê der û cîranan
Di ber pêsîrên wan re jî derbas bikim

Ez ê porê wî dirêj bikim
Bi soz û peyman
Bikim du gulî
Ji bo çavan.

Heft salan cil ji mala xwe lê nakim
Piştî feft salan ez ê porê wî jê kim
Bikim mêzînê
Qasî giraniya wî
Ez ê şekirê qulqulî belav bikim
Li zarokan
Ji bo bikeve ber qeda û belayê

Navê wî Delalo
Bêhna wî bêhna te
Dilê vî ji yê te,hebekî dînik
Ez ê herim werim xwe bikim
Qurbana xortê xwe
Ji bo xatirên maçên te
Bi serê te.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.