Ana Sayfa › Şiirler › Tilîlî Perdeyên Guhên Min Diperritînin
✍️
ŞİİR

Tilîlî Perdeyên Guhên Min Diperritînin

Husein Muhammed
Sevgi👁 1.002 etkileşimEdebiyat
✍️

Tilîlî Perdeyên Guhên Min Diperritînin

Tilîliyên jinên dawetî
perdeyên guhên min
diperritînin.
Kêrên qesaban
min ker dikin,
nîvî ji min dibin.

Gurmîna daholan
di guhên min de deng vedide,
kela xwîna min
di bin xwe ve dihêlin
û Leylayê dibin bin konek din.

Wê şevê
kerba min welidî
û kîna min kelî.

Spêdeyê
rondikan
rêya min
bir çolê.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.