Ana Sayfa › Şiirler › Hêdî Hêdî Xwe Dest Dikin Zozan
✍️
ŞİİR

Hêdî Hêdî Xwe Dest Dikin Zozan

Koçer Bêrtî
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Hêdî Hêdî Xwe Dest Dikin Zozan

Tundî diçêrim
Ji dengê kurkurikan
Kalîn diweşim
Ji dûkela şewata şêniyan
Rixa hespên şê bar dikim
Fir-fir rûyê min
Toliyan li deryayê dixe
Rûyê min vedibe mîna qelişandina wesweseyan

Vê helbesta ku min konê reş li ser vegirtibû
Bi pênûsa diheliyayî
Bi kela ava jenînê
Bi ponijîna lorandina
Kaniya Kurdan
Dinivîsand li lûtkeyê
stiriya kesk
îja min bang dikir
Ha qediyaye
Ha diqede
şevno bergeranê das bikin
Min li wê navberê tal bikin
Mîna ku ew me dike der
Em ji reşikan bipirsin zozanan
Rê bidin berdêla berbariya çîr
Pişta xwe bidin rojê
Tasek xwîna kifkarekan li devê xwe kin
û bibêjin
Hêdî xwe dest dikin zozan

(hejmar 27)
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.