Ana Sayfa › Şiirler › Qerimî Roniya Çavên Min
✍️
ŞİİR

Qerimî Roniya Çavên Min

Koçer Bêrtî
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Qerimî Roniya Çavên Min

Di navbera xwe û Heftbirayan de
Ez havî bûm
Peyv xitimîn
Bê wate man li hawirdor
Dest ling û hemî hinavên min
Tenê du heb man
çavên min di çavên wê de
Dilê min di dilê wê de

Li hember min mîna çiyayekî Kurdistanê
Min xwest li ser pal bidim
Rabim
Bidim ber qomikan
Li ser têr bigîrim
Hembêz bikim wî çiyayî

Wê wextê matma rabirdû
Evînê xwe bi rûyekî çavgeş da hember min
Bilûrvanan dest bi delalan kirin
Her yekî bi meqamekî
Dil rabûn çepikan
Bareş dûr ket ji Qestelê
Rûyên nenas bi destên min girtin
Pirtûkên ku hatibûn şewitandin xwe dan min
Wê wextê ji govendekê dîmenek şewitî
Tevlihev bûn di şikeftekê de
Ez bûm gêzikên koçerên îmadkar
Ez bûm keskên sor
Bûm daristana har
û qerimî roniya çavên min
Wê ez li wê veşartim
Min ew li wê vexwend goristana xwe
Me li wê tasek ava kelî avêt ser dahatûya xwe
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.