Ana Sayfa › Şiirler › Careke Din Doda
✍️
ŞİİR

Careke Din Doda

Konê Reş
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Careke Din Doda

Doda!
Tu hebûn û nebûna minî
Tu ji hiş, bîr û
Xeyala min dernayê
çendî bi dûr kevim,
Nêzîk bibim,
Herim û bêm…
çendî bûyer û serborî
Bi ser min de bibarin
Her tu ji hiş û xeyala min
Nayê der
? ? ?
Doda !
çendî ez bêriya wan
Rojên biçûkaniya xwe
Dikim û
Her dem û gav
Di hiş û xeyala min de
Hilgirtîne…
Di nav pêlên ramanên
Min de
Diçin û tên…
Di nav toz û tirabêlka
(Deşta Mêrdînê)de
Li ber ba dibin û
Dilîzin
? ? ?
Doda !
Min
Di nav xaka te de
Zîl daye, şîn bûme û
Bi ser lingan ketime…
Di nav tarên te de
Fêrî:
Yadê, yabo, nan, av û xwê
bûme û
Sal di pey salê re
Bûme xwedî bejn û bal…
Li ser bênderên te
Hînî strana:
(Derwêşê Evdî) û (Bavê Seyro)
Bûme…
û pêre pêre jî
Mirina kirêt û megrûdî
Gelek ji dost, heval û xizmên min
Ji ber çavan revandine…
Erê Doda !
îro, ez ji pişt dîwarê dîrokê
çavên xwe li te digerînim û
Hewl didim xwe ku
Cihekî ji te re
Di nav rûpelên dîrokê de
Bibînim û
Baranê bi ser te de bibarînim
Erê Doda !
Na rawestim
Ta ku ez baranê bi ser te de
Ne barînim
Ne barînim
? ? ?

*Doda: Gundê ku Xwedê Konê Reş lê daye, li ser tixûbê Serxet û
binxetê dikeve, di navbera Qamişlo û Amûdê, Mêrdîn û Nisêbînê
de.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.