Ana Sayfa › Şiirler › Pezkoviyê, Xezalê û Koçerê (Sê Wêne)
✍️
ŞİİR

Pezkoviyê, Xezalê û Koçerê (Sê Wêne)

Konê Reş
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Pezkoviyê, Xezalê û Koçerê (Sê Wêne)

-I-
pezkoviya çiyayê Herekolê !
Bê tirs di newal û
Quntarên çiyê de
Biçêre..
Ew mîrekên nêçîrvanî nemane
Ku te bidin ber tîr û nav ravên xwe, û
Ez zanim ku tu bi hêsanî
Xwe nadî ber tîr û nav ravên
Her nêçîrvanekî..
Lê ku nêçîrvanekî weke min
Li te rast hat
Zore ku tu karibî
Xwe ji ber tîr û ravê wî
Bide alî… zor zore

-II-
xezala deşta Mêrdînê !
Ku çerxa felekê bi te re vajî geriya
Ku dem û dewran
Bi te re xapînok derketin
Hingê di kepezê Kîkan û
Talika Cemîl Paşa re
Xwe li çiyayê Mêrdînê
Bigire.
Sênga min
Wek dergehê keleha wê
Ji te re vekiriye
Zend û bendê min
Wek bedena wê
Wê te biparêzin.

-III-
koçera deşta Mêrdînê !
Ku tu çû bêriyê û
şivan li te kombûn û
Te kesî berbiçav nedît ku
Bi serê mêşinên te
Bigirin..
Hingê
Gazîke pismamê xwe
Ezê di lingêling de
Di hawara te de bêm.
? ? ?
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.