Ana Sayfa › Şiirler › Pênûs
✍️
ŞİİR

Pênûs

Konê Reş
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Pênûs

Ji ezel ve
Karê dinyê eve,
Wilo hatiye,
Wê wilo here
Kes nîne ji canê xwe heznake
Ji ezezetiya xwe re
Kar û xebatê nake û
Yê ne wabe;
Tiredîne, mejî di serî de nîne,
Wek «beruwa ji qalikê xwe dere»
Dûrî civatê digere…
? ? ?
Belê ezezetî
Tu şaristaniyan ava nake,
Tu gelan rizgar nake
çendî avanî û qûnaxên
Mirovên ji vî terzî hebin
çendî otomobîl
Li ber dergehên wan rawestî bin,
çendî di malên xwe de
şaristanî bin û
çendî şevbuhêrkên wan
Li ser masan bi şadî bin
Lê sûde çiye ku;
Civata li dor wan
Di xizanî û hejariyê de
Xeriqî bin
Ji birçîbûnê merisî bin
Di belengaziyê de perçiqî bin
Bêgoman ew jiyana ku têde dijîn
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.