Ana Sayfa › Şiirler › Ez û Kenê Heyv û Stêran
✍️
ŞİİR

Ez û Kenê Heyv û Stêran

Konê Reş
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ez û Kenê Heyv û Stêran

Di nav nivînan de
Di pirsên polîsan de
Ponijîm û kûr çûm…
Di pêkanîna dirav û
Perwerdekirina zarokên xwe de
Mijûl bûm û
Pêre, pêre
Kul û xeman
Dan ser pişta min û
Xew ji çavên min
Dizîn.
Min çixareyek vêxist
Bi kişandina çend mizên wêre
Dîkekî li vî alî,
Melakî li wî alî
Bangdan
Giregira otomobîlekê jî
Di kolanê de dihat
Derbas dibû …
Piştî ku min li dor xwe
Meyzekir
çavên min
Ber bi asman ve
çûn
Min dît ku
çawa heyv û stêr
Bi hev re dikenin û
Haj û bajê wan
Ji min nîne.

Rojnameya `Peyman, Edeb û huner`, hj 25/1999, Duhok.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.