Ana Sayfa › Şiirler › Kes Nabêje Rehma Xwedê Li Te Be
✍️
ŞİİR

Kes Nabêje Rehma Xwedê Li Te Be

Konê Reş
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Kes Nabêje Rehma Xwedê Li Te Be

Zengîno, maldaro
Li canê xwe tenê geryawo !
Li ser xwîn û xwêdana
Xizim û belengazan jiyawo !
Ez jî weke te zanim
çi cûreyên xwarinê xweşe
çi cil û berg bi bejn û bala min dikevin..
Ajotina kîjan otomobîlê hêsane û
Rûniştina kîjan qesir û qûnaxê
Ji bedena min re rehetiye…
Lê gelo tu weke min zanî ku
çend mal li Hilêliyê, Enteriyê û
Tey bê şîv radizên?!
çend nesax ji bêdermanî
Dimirin?!
Her sal
çend şagirt û qutabî
Dûrî dibistan û zanîngehan dibin?!
Roj bi roj kerwanê bêkaran
Dirêj dibe?!
Zengîno, maldaro, xwînvexwaro !
Rojekê wê ev kerwan
Te daqurtîne
Tê di nav lingên vî kerwanî de
Winda bibe û
Kes nabêje; rehma Xwedê li tebe.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.