Ana Sayfa › Şiirler › Kul In
✍️
ŞİİR

Kul In

Konê Reş
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Kul In

Wek tûmekî kelemperê
Li ber bayê jînê di gindirim
Di nav beyarên welat de,
Li ber sînorên dexl û şûvên
şaristaniyan digerim û dizîvirim
Hewl didim xwe
Ku dergehekî nû vekim û
Derbasî nav dexl, zevî û
Gulistanên şaristaniyan bibim
Da ku karibim
Di nav beyarên welatê xwe de jî
Tovê dexleke genim û
şitlin gulistanên bi bîn
Biçînim
Lê mixabin !
çendî ez wî tovî
Di axa welatê xwe de
Werdikim û
Xwe di ber de diwestînim
çeqel û rovî,
Kund û qirak
Wî tovî ji bo
Xweşiya rojên xwe
Di bin lingên xwe de
Dibin û tînin û
Dilewitînin !
Ez jî soz didim
Ku ji hewildanên xwe
Danekevim
Ta ku ez tovekî paqij
Di nav xaka te de
neçînim

*Kovara Jîn, hj: 46/2000, şam.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.