Ana Sayfa › Şiirler › Rêwiyo!
✍️
ŞİİR

Rêwiyo!

Konê Reş
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Rêwiyo!

Rêwiyo !
Kes weke min
Sikak û kolanên
Bajarê min nasnake.
Ez dizanim;
Kîjan meyxane li kûye
Kîjan çayxane li kûye û
Kîjan bazarxane li kûye
Tariye
Tariyê bi ronahiyê
Naguherînim
Ez kiryarê ronahiyê me
? ? ?
Raweste rêwiyo
Ev bajarê mine
Tu weke min, bajarê min
Nasnakî
Ev ne cirîda teye
Ev cirîda mine
Ez ji te bêtir
Bajarê xwe nasdikim
Welatiyên xwe nasdikim û
Dizanim ji kîjan malê
çend derbiderî
Li bajarên dinyayê
Kardikin
Kolanan dimalin
Solan boyax dikin û
Avaniya avadikin…
Tu weke min
Ciwan,şivan û Hozan
Nasnakî
Ewên ku
çixareyan di kolanan de
Difroşin
Ez û wan ji taxekê ne..
Tu weke min
Hemo, Hiso û Elo
Nasnakî
Ewên ku
Bilêtên bext û şensî
Difroşin
Ew, kurmam û kurxalên min in
Erê rêwiyo, tu weke min
Bajarê min nasnakî û
Tu weke min
Welatiyên min jî
Nasnakî.

*Kovara Nûdem, hj: 33/2000, Stokholm, Swêd
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.