Ana Sayfa › Şiirler › Şam Şekire Welat Jê Şêrîntir e
✍️
ŞİİR

Şam Şekire Welat Jê Şêrîntir e

Konê Reş
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Şam Şekire Welat Jê Şêrîntir e

Leşkero, şerkero !
Vegere welatê xwe
Va çerxa bîstan bi dawî hat
Li ser xaka bav û kalên min
Tu zêrevaniya min dikî?!
çi dikim, çi dixwim
Di bin çavnêrîna te de
Derbas dibim…
çendî zilm û zor
Min ji destê te
Dîtine û dibînim…
çendî car;
Te gund û şarên min
Wêran kirine
Welatiyên min;
Dîl û sirgûn kirine …
Te xaka welatê min
Beyar hiştiye
Dehil û deviyên min
şewitandine û
Ziman; te ji devê zarokên min diziye
Vegere welatê xwe.
? ? ?
şerkero, leşkero !
Êdî bese vegere welatê xwe
Rext û tivinga xwe
Bispêre zinarekî û
Di şikeftekê de, ji şikeftên
çiyayên min raweste
çavê dê û bavê te
Li riya hatina te qerimîn
Vegere welatê xwe.
Va dawiya çerxa bîstane
Heyamê demoqrasiyê û mafê mirovaye
Vegere welatê xwe ku
Welatiyên min jî
Li welatê xwe vegerin û
Gund û şarên xwe
Avabikin
Bi zimanê xwe bi zarokên xwe re
Biaxifin û
Ji nû ve genim, nok û pembû
Di deşt û newalên xwe de
Biçînin…
Vegere welatê xwe û
Ji heval û hogirên xwe re bibêje:
Heger welatê me bi me şêrîne
Welatê xelkê jî bi wan şêrîne û
Kurd dibêjin:
şam şekire, welat jê şêrîntire.
? ? ?
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.