Ana Sayfa › Şiirler › Spehiyê !
✍️
ŞİİR

Spehiyê !

Konê Reş
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Spehiyê !

Ji mal derketim û
Gelek xwestek
Ji min dihatin xwestin;
Nan, av, xwê û derman….
Wek pîrê xemcivîn
Di kolanê de diliviyam.
çav bi jineke dûcanî ketim
Ku çar zarokan
Bi dawa wê girtine.
Li ber kilênîka textorekî
Dengê otomobîlan û xirecira xelkê jî
Digiha esmana, guhê min quldikir...
Spehiyê !
Kêlîka ez çav bi bejn û
Bala te ketim
Min xwestek jibîr kirin
Wêneyê wê jina dûcanî
Ji ber çavê min windabû û
Deng jî ji dor min biliya
Ez bûm wek rêwiyekî
Kerr û gêj û lal.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.