✍️
✍️
Xerabo! (1)
Xerabo !
Hebûna min
Ji hebûna teye !
çêbûna min
Ji xerabûna teye !
? ? ?
Xerabo !
Helbet tu xerabî
Ez çak û rind im
Tu dizî
Ez merd im
Tu revokeyî
Ez leheng im
Tu heyranê canê xweyî
Ez heyranê xweşî û
Pêşketina gelê xwe me
? ? ?
Xerabo !
çendî tu xwe veşêrî
çendî tu xwe di ber
Pala rewrewkê de
Biparêzî
çendî tu min
Bixapênî
Wisa tu navê min
Bilind dikî,
Stêra min
Geş dikî û
Pêre, pêre tu
Belû û eşkere dibî
Ji ber ku hin bi hin
Bêhna heyvanê te
Yê genî belav dibe
? ? ?
Xerabo !
Ku tu neba
Bê goman
Wê Konê Reş
Yekî wek te ba
? ? ?
Hebûna min
Ji hebûna teye !
çêbûna min
Ji xerabûna teye !
? ? ?
Xerabo !
Helbet tu xerabî
Ez çak û rind im
Tu dizî
Ez merd im
Tu revokeyî
Ez leheng im
Tu heyranê canê xweyî
Ez heyranê xweşî û
Pêşketina gelê xwe me
? ? ?
Xerabo !
çendî tu xwe veşêrî
çendî tu xwe di ber
Pala rewrewkê de
Biparêzî
çendî tu min
Bixapênî
Wisa tu navê min
Bilind dikî,
Stêra min
Geş dikî û
Pêre, pêre tu
Belû û eşkere dibî
Ji ber ku hin bi hin
Bêhna heyvanê te
Yê genî belav dibe
? ? ?
Xerabo !
Ku tu neba
Bê goman
Wê Konê Reş
Yekî wek te ba
? ? ?
✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir
Benzer şiirlerle okumaya devam edin.
💬 Yorumlar
0 yorum