Ana Sayfa › Şiirler › Dîcle
✍️
ŞİİR

Dîcle

Mem Ronga
Sevgi👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dîcle

Dixwazim
Li ser sîlika peravên te xwe vezelînim
Guhdarî bikim li xulxula strana teya nemirîyê
Avjenîyê bikim li kûrayîyên ava te ya hênika jîyanbexş
Ku çi mûcîzeya derdixe ji axa hişka terklêketî

Bihêle
Li „çerx û berx û merx“ê te bigerrim
Li tarî û çaltikên te yên nepenî
Quncikên destpênebûyî

Hembêza xwe veke
Bila refên kevokan
Xwe li bilindahîyên dilê te yî berz bigrin
Hêvî û xwezîya bimilmilînin

Ji dengê te yî jîrik guhdarî bikim
Ji serî ve dest pêbike
Ji min re
Yek bi yek
Kit bi kit
Vebêje
Evîna kûrtirîn
Strana dirêjtirîn
Ya te bihîstî
Gelên te nasî
çirisandinên kumzirîyên wan romayîyên ji nava xwe têr
Tîbûna hespên `ereba
û wehşeta ji rûyê moxolên kavilker dîbarîya

Kî hat û çû
Kî hebû û ma

Dîroka heta niha bi awakî dinê hatîye gotin
Dîroka heta niha nehatîye gotin

Ava pîroz
Herrikandina zîvîn
Sirrê bêdawîyê
Tu yî kok
Tu yî destpêk
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.