Ana Sayfa › Şiirler › Hechecîk
✍️
ŞİİR

Hechecîk

Mem Ronga
Sevgi👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Hechecîk

Baş e
Oxira te a xêrê
Here
Lê
Me ji bîr neke

Eywana me
Bê te nabe
Bê têjikên teyên
Ku her carê bi qaje-qaj
Bi kêf û şayîyek mezin
Bi heytehol
Pêrgînîya jiyanê dikin

û herr
Tiştek kêm e
Li asîmanê meyê biharî
Bê firra te ya ji rengê herrikînê

Pa çi bêjim
Here
Oxira te a xêrê
Gihîştina banewarê wî serî
Bi dilekî xweş be

Lê çi dibe
Gava ku bihara me dîsa li me pêl da
çavê min li rêpanîya xwe nehêle
Min ji bîr neke.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.