Ana Sayfa › Şiirler › Bila Helbest Bi Destên Me Bigire
✍️
ŞİİR

Bila Helbest Bi Destên Me Bigire

Mîtan Şareza
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Bila Helbest Bi Destên Me Bigire

"Keran kêr dike, lêvên deryaya êvaran,
ji tenêtîyê re mazûban, Keran kêr dike."

Her rojên te yên ku bi min ketî, di ser min re gav dike
û pirsa dûrîya ku te li cem min hiştiye nake
Tu dibêjî qey ez bûme minafiqê rast û çepê evînê

Nêzî mêzîna dilê min nebe
Nikarim, tiştên ku te li peravên şevan
dikir himbêza sibehan hilgire
Nikarim, kerîyên stêrkan binixumînim bi kenên te
Nikarim, xwe bi tenê ji bageran re bişewitînim
û nikarim, êdî şolî ye ji bo paldana te asîman
Xwezî min hebûna xwe di himbêza warên te de şên bikira
Lê nikarim
Nikarim
bi rojan bixapim
bi devên wan te ji bîr bikim
Nikarim, nexweşîya te wekî asoyê bitefînim di kolosê xwe de
Lê çîyayên min, niha biberf e
û çûyina te di paxila min de
şûnşopa pêxemberekî bêkitêb dihewîne
Min ji bo xewa te
xewnên xwe li ber pêyên şevên te dikir
şujdeya bilûra melodîyên bêkabûs
Dema ku helbest bi destên me bigire
Tu dizanî, ji xwe her êvar, zarokên me ne
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.