Ana Sayfa › Şiirler › Ji Bo Nexweşekî Hûn Jê Bêtir Nexweş In
✍️
ŞİİR

Ji Bo Nexweşekî Hûn Jê Bêtir Nexweş In

Mîtan Şareza
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ji Bo Nexweşekî Hûn Jê Bêtir Nexweş In

"û hêlînek ji soberîya cûn î qemer a aramîyê
di kurtenameya temenê xwe de dixesînim."

Di cihoka mejî de
wekî çiravekê hemû rabirdûyên min
ji antî-depresanîya civakeke genîbûyî pêk tê
Êdî bûme dînekî
ku ji her tiştî dişewitim
û ji asîmanan re, bazkên xwe dirûçikînim
ji bo firîneyeke bêderew
Jîyan li dara temenekî dilûse
dibe qîjeqîja agrafobîkîya bêyom
Va ye her kes ji min diweşe
Bila biweşe
Safî û sayîmayînekê radimûsim
Bi tena xwe, ev bes e
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.