Ana Sayfa › Şiirler › Ji Camêrê Hezê Re
✍️
ŞİİR

Ji Camêrê Hezê Re

Mîtan Şareza
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ji Camêrê Hezê Re

"Tu demek bû ji pênûsa Kurdistanê, Arjen Arî
Ew dema ku di gîyanên me de hatiye nivîsîn"

Na!
Na!
Helbestvan e, Ew!
Berî pepûleyên asîmanê keskesoran
Berî mijekê di nava rûpelên hestên me de
Berî gulbarînekê di gavên biharê de
Berî ramûsanên xunavan
Berî pênûsek bievîn, kolanan gêj bike
Belê!
Berî her tiştî
Helbestvan e
Arjen e
Arjen!

22’yê îlonê 2012, Amed, Mîtan şareza

Bersiv:
Ji kevîyên Bahra Sipî, ji şahrê Edene
Silavên ji milkê dil bo Mîtan şareza hene
Ne sura mirinê; jîyan di rehan direne
Nexweşî bi xwe dizane, ku nexweş Arjen e.

23’yê îlonê 2012, Edene - Arjen Arî
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.