Ana Sayfa › Şiirler › Talde Heyvê Radimûse Berî Stêrkan
✍️
ŞİİR

Talde Heyvê Radimûse Berî Stêrkan

Mîtan Şareza
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Talde Heyvê Radimûse Berî Stêrkan

"Ji te bi wê detir tiştekî din, dîsa tu yî
Mala êr bar dike ev peşkên dilguvêş"

Dafên ku ji hêla ramûsanan ve refan radike
di min de çivîkeke birîndar dinalîne
Lalîya ku, ji kûr ve min diperitîne
xemilîya min, a di dil de stewrketî
awêneya zayîna derîyê vegerê ye ji hişê birçî re
û ev keftûlefteke xwenasînê ye
berate ye, li devê şevekê kenên te
Te ez bi rewnaqan virvirandime
tarîtîya keştîya xeman
û te jî dît
Dawîya dawî, her tişt dibin şev
û dîsa ez
zarokekî hatiye qeşartin ji xewnan
û dîsa ez
destvala
belê
min jî dît
Dawîya dawî, her tişt dibe şev
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.