Ana Sayfa › Şiirler › Çîroka Xwînê
✍️
ŞİİR

Çîroka Xwînê

Nezîr Palo
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Çîroka Xwînê

Li xwîna xwe dereng dimînim
ew xwîna ko
di bihna pelîsank¹ û sicê² de
hêrsa xwe vedikuje

û jana rengê xwe
ji darivtina rengên bê tebat dihûne
û çîrokî sermestiya xwe têde vedişêre

ew xwîna ko
bi kenê serjêkirî difire
û xemkêşiyê di berbanga êşê de
diguvişe

û bi ser termê bêdengiyê de
peymanên bejî dirêse

li xwîna xwe dereng dimînim
ew xwîna ko
di talanê de ji bîrve diçe
û di temenê min de
kayika şînê velûdike

ew xwîna ko
bîranîna titûn di brîna rengê xwe de
şiyar dike

pencera xewnan
di şêlûpêla pirsê de vedike
û di hêlîna bendemaniyê de
hulma kufikê vedimrîne

ji bejna Royê
sosine tevizî diçine
û di salên herftî de
bi hêvanê meşextiyê
nalînê dimeyine

Li xwîna xwe dereng dimînim
ew xwîna ko
bihnxweşiya evîne
di neynika xwe de vêdixîne
û xilmaşbûna demê
bi çirûskên giyanê
dişkîne

ew xwîna ko
sînorên qîrînê derbas dike
û di asoyên gêjbûnê de
ziwabûna sibeyên cejnan
disotîne

Li xwîna xwe dereng dimînim
ew xwîna ko
li şûna xwe
dengvedana stranên sirgûniya xwe
dihêle

û di bîrîkirina berfê de
sirûdên koçbariyê dilorîne
û di sazên baranê de
tîbûna xwe dixwîne

ew xwîna ko di navnîşanên beravêtî de diherike
û di kezeba axê de
keseran diçîne
û di pença min de
bi helbestan de vedide

¹: Pelîsank: Bi erebî: Beylesan
²: Sic: Zeyzafon
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.