Ana Sayfa › Şiirler › Nameyek Ji Dîlberê Re
✍️
ŞİİR

Nameyek Ji Dîlberê Re

Nezîr Palo
Duygusal👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Nameyek Ji Dîlberê Re

Piştî mirina min vê nameya
ji dîlber û evîndara
min re ye

Eger te...
bêriya çavên min kir
wêneyê min
bid est xwe ke
û tîpên evînê
tê de bixwîne....

Eger te...
bêriya kenê min kir
dîsa wêneyê min bîne
û maçek dîn
bi ser lêvên min de
birjîne...

Eger...
di cejnan de
ez hatim bîra te
li strana XANIMA MIN
guhdar ke...
û di dilê xwe de
li min vegerîne....

Eger.... tu hat serdana min
kêla ber serê min
biguvişe....
ta ku hişiyar bibim
û hêstirên te
ziwakim...

Eger....
di xewnan de
te ez dîtim
zanibe ku
evîna me
nemiriye
û min bêriya
te kiriye....
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.