Ana Sayfa › Şiirler › Êşên Bermayîna Bêjinga Jiyanê
✍️
ŞİİR

Êşên Bermayîna Bêjinga Jiyanê

Qudbedîn Kerboranî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Êşên Bermayîna Bêjinga Jiyanê

Ji sala ku hînî dinyayê bûyîm ve
kenên min
li sikakên gundê me yî wêran
janyar man.

hêviyên min
bi tayê firfiroka min ê kaxêzî ve asê man.

Ji gog û xaran dûr ketim
di deh saliya emrê xwe de.

listikên min,
di xewna berbanga mezinbûyîna min de xeniqîn.

êşên bermayîna bêjinga jiyana dê û bavê min,
ji min re diyarî man.

birîn li ser birînê qemûşk girt

her ku çû xwînî bû dil
her ku çû dirîn bû dil
her ku çû birîn bû dil

di dîlana mezinbûna xeyalên min de
fatereşa Zarokatiya min
ji hinavê şahiya jiyanê herifî.

emrê min,
di deh saliya bihara helbestên min ê kerik de
nivco ma.

17.08.2015
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.