Ana Sayfa › Şiirler › Xem Hevalê Min e
✍️
ŞİİR

Xem Hevalê Min e

Qudbedîn Kerboranî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Xem Hevalê Min e

Di DERGûşa zarokatiya min de man
Hemû kêf û şahiyên min
Xewn û xeyalên min
Di berîka şalê min î pînekirî de wunda bûn
çiqa mezin bûm,
Derd û kulê min jî mezin bûn
Min li vê dinyayê
Tucar xweşî nedît
Her hatim
Zilmitî
Her hatim
Feqirtî
Her hatim
Xeribî dît.
Her tim
Êş û kul bûn behra min
Ez bêsihûd im
Bextreş im
Ji hesreta evînê
Her tim nexweş im
Bi ku ve
çûm
Bi ku ve
Rêvîm
Bi ku ve
Bazîm
Bi ku ve
Firîm
Weke hevalekî dilsoz
Ez bernedam
Her tim
Bi min re bû xem...

27.10.2013
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.