Ana Sayfa › Şiirler › Kolleksiyon 11
✍️
ŞİİR

Kolleksiyon 11

Rênas Jiyan
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Kolleksiyon 11

Kolleksiyona 11`em, li ser sergoyekî, zivistanî
Ev çirûsk, ji pêtên sobeyeke ku di rojeke sar de vêketiye
û yên li dora wê, ew weke quble qebûl kirine hatiye berhevkirin,
Di tahma elektrîkê û di bêhna berateyeke
Gennîbûyî ya li ser sergo de ye

Tu weke pisîkeke ku êdî bi kêrî kuştina mişkan neyê û
Di kîsekî devgirêdayî de ji alî xwediyê xwe ve hatiye avêtin li ser vî sergoyî

Ê te peyv zû li te diket
Qelbê te weke wan bahcanên li ser sergoyan pelçiqî
û xerabe
Weke wan boçikên çixareyan hatibû vexwarin xwîna te
û tu li serbestiya xwe mabû heyirî

Li gorî ahda te
Kê devê kîsê te vekira
Te yê weke cinnê lempê heya roja qiyametê jê re koletî bikira

Ger te bizanîbûya bê
Ne ji bo te serbest bikira, ji bo tu bixwara
Wê kûçikekî tûle devê kîsê te vekira!

Xwezî heyata te bi heyvanê aciziyê nemeyandana...
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.