Ana Sayfa › Şiirler › Kurê Jina Xwe
✍️
ŞİİR

Kurê Jina Xwe

Rojen Barnas
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Kurê Jina Xwe

Di civata me de ciyê wî
Ne li seriya civatê bû
Û ne jî li ber şekalan

Ne tazî bû, ne birçî bû, ne bêrûmet
Di civata me de ew
Bi qasî giringiya xwe
Xwedî siyanet.

Bi rêwîtî çû deverekê
Rom bû, Konstantîniye bû? Nizanim.
Şam bû, Bexda bû, Tehran bû
Ankara bû? An ciyekî din
Ez nizanim
Û rawî jî salixê wî ciyê nadin.

Kursîkî kişandin binî
Û xeftanekî lê kirin.
Di meclisek xas de tiştek gotinê
Ku pê nihêwî
Ji yê me cihê kirin.

Êdî, me jî wî navê
Lê,
Gava lê dibe pêsîrtengî
Kurê jina xwe
Tê xwe davêje bextê bavê.

*Ji Milkê Evînê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.