Rojen Barnas
✒ 67 yayınlanmış şiirRojen Barnas Hakkında
Rojen Barnas adına yayınlanan şiirleri LYRICFIND üzerinden keşfedebilirsiniz.
Rojen Barnas Şiirleri
Wijdanê Beg-Efendî
Xatiya Nûrê ji kerema xweGava tu herî ber ava roBo potûpertalan qesarkirinêWijdanê beg-efendî jîBi xwe re bibî. Wijdanê beg-efendiyê haKes nizane li ku gemarî biye?Li doşedera dikana komircî Miho,An di seleba daşirên Cami-ul-kebîr?Teniya danekî ku b`…
Şiiri Oku →✒ HelbestKurê Jina Xwe
Di civata me de ciyê wîNe li seriya civatê bûÛ ne jî li ber şekalan Ne tazî bû, ne birçî bû, ne bêrûmetDi civata me de ewBi qasî giringiya xweXwedî siyanet. Bi rêwîtî çû deverekêRom bû, Konstantîniye bû? Nizanim.Şam bû, Bexda bû, Tehran bûAnkara bû? …
Şiiri Oku →✒ HelbestYên Berxweketî
Li kumê xwe xebitîn berxweketîDa ku liserê xwe bigirinDi tozûtelazê de nexuya manSerî ji wan stendin yên bêfedî.. *Ji Milkê Evînê
Şiiri Oku →✒ HelbestDivê Em Rakin Van Kelehan
Destên min dirêjî ber bi teDilê xwe dirêjî dilê min bikeEm rûbirû ber bi hevdû veBistrên stranên jiyana şîrînJiyana me bla legel hevPêkve bifûre bi şadimanîTêkve biçilmise ji kesera hev Kê van keleha kêşa nava meNe nîjad e, ne dîn, ne ziman e,Ne reng…
Şiiri Oku →✒ HelbestDi Kuncikê Bêriyê De
Di kuncikê bêriyê de tenê,Rûniştiyê ser postê xema meEw bextê bi reş çima dereng maBihata û mizgîniyê bida me *Ji Milkê Evînê
Şiiri Oku →✒ HelbestXeber Payîn
Ji Mala Cibo dengek derneketNizanim zirna xwe pê çikirinMala Ciba ewçend jîr bûn kuDi zirnê de ji hevdû fêm dikirin. *Ji Milkê Evînê
Şiiri Oku →✒ HelbestBimeşe Lo Dilo! Bimeşe!
Bimeşe lo dilo! Bimeşe de lo!Riya me dirêj e û menzîla me dûrHê me gelek hene hevraz û nişîfHê gelek birrek û rizdeyên çiyêWek asteng û asêgehHêêê û hê... Guh mede peqpeqokên j` kefa sabûnêKu sed caran ji xwe mezintir xuyanRengîn û biriqokîLi ber tav…
Şiiri Oku →✒ HelbestSola Sebrê
Sola sebrê peritî l' rê, ne binpê û rû maHetka me çû, êdî j' me ra ne avûrû maBi dest re hat herçî yê xwest, tenya ji bo meBextê bi reş, qîmetê kor, şansê bi gû me *Ji medya civakî.
Şiiri Oku →✒ HelbestCejna Deveyan
Cejna devan e, îroŞahiyanek bêhempaRastkirine li berwarên QerejdaxêLi nêzîkê deşta Gewra DeveBi gez û lotikanŞênahîke wisa li dinê rast kirinDilşadiyê fûrandin ber perê esmanBextê xweJi kul û keseran xelas kirin. Cejna devan e, îroFilitîn ji rêberiya…
Şiiri Oku →✒ HelbestEvdilcebar
Xwedê mezin e, Evdilcebar!Dilê xwe bi halê xwe meşewitîneTenêhî ariziyê bi Xwedê ye,Lê tu ji tenêhiya xwe re bişêkirîne. Ka bla havîn bê, Evdilcebar!Ka şixrê bikşîneKa gêlê bike, malava!Ka genimê sorgulî ji kayê veqetîneDê mele bê hafa te helbetDê şê…
Şiiri Oku →✒ HelbestEv Çi Şev e, Gelo?
Ev çi şev e, gelo? Bi vî tebayîEv çi şev e, ku dawînî lê nayêHingî dikudînim dirêjtir dibeHingî ku diçe tarî dike gurrayî Çavên min nabînin, tu dibêy?An nafesilînim pêşiya xwe? ...Na! ne wisa ye bi rastîKu çavên min westiya binKêm bûbe tê de ronahîLê…
Şiiri Oku →✒ HelbestNasname
Nasnameya min di devê min deDerya min a fikr û tesewirêHişê min jê hêzê distîneBilindî û kûrî pêTeşe didin pêlên fikrê. Nasnameya min di devê min deDayina dê û bavê minNe pasaport e ku bê çirandinNe kaxiz e ku tu bavêjîNasnameya min di devê min deKes…
Şiiri Oku →✒ HelbestBêriya Welat
Bêriya welat, di dilê min deBêriya welat, şişa sor kirîDil hilûvk eDil kezaxtîDilê ciwanPê dax kirî. Bi şev û bi rojDi xewnê, di xeyalê dePêşbira li pêş çavBizota livîna jiyanê yeDi karêza çavPijak... pijak xemilî. Ew e, herzinga ber mirinê-Ku pêt bi…
Şiiri Oku →✒ HelbestÇarîn
Li qesaxa evîna teDil masîyek pirpitandîBê derya evînê kê dît,Jîndariyê kê hêçandî!
Şiiri Oku →✒ HelbestDîcle û Firat (Di Hembêza Firat û Di Paşila Dîclê De)
Di hembêza Firat û di paşila Dîclê deçiyayên bilind hene;navserên wanHêlînên eyloyan in: Eylo serbilind...û warêçêra berxikên me. Di hembêza Firat û di paşila Dîclê deGelî hene; bi rêl in, bi kaş û bi rizde neKûvî tê de digerin;Kûvî ji mêj veNêzenasê…
Şiiri Oku →✒ HelbestDîcle û Firat (Du Perî)
Di destpêka zemanekî nesalixdayîKu zeman hê nêremokû avis bû bi tarî û roniyê. Ji alîkî bêalîJi batinDu kevokBi firhatinGeriyan li bilindayiya, li pehnayîNoqî kûrayiyê bûn, brûskasa...Warek ji xwe re hilbijaninDanîn li erdêXwe şelihandin ji post û ki…
Şiiri Oku →✒ HelbestDîcle û Firat (Ev Milk)
Di hembêz Firat û di paşila Dîclê deEvîn germ e,Hezkirin;Kûr û zirav û dirêjEsman bibextû zengînJi dayînên esmanîErd makeyek biber e,Dizê bi dîlovanî Ji esman hatin em,-Wek kurdanJi erdê hêşîn bûn bi awakî?Kengê... çawa... çilo…Peyda bûn li vî xakî?.…
Şiiri Oku →✒ HelbestDîcle û Firat (Mezopotamya)
Di hembêza Firat û dipalşila Dîclê deAxek hêşîn bû seraserBi berrî û deşt, konik û pehnavBi çiyayên bilindû geliyên kûrXakek bikûrahî zayokErdek li berayî bi xêrûbêrXweza bi şîranî li vê derDergûşa pitika şarsaniyetêHejand bi evînî, bi nazdarîGel tê …
Şiiri Oku →✒ HelbestDîcle û Firat (Pêrgîn)
Rabin pêrgînê xwenasînXwezanîn rabin li piya bipênMizgîna serîdana vejînê yeBibên. Bihîstin helbetBihîstin xwenasîn û xwezanînLi piya stran bi dîlok, bi bêlûteû stran stranêJi devê min û te. Dîcle - Firat jiyan e,Jiyan kurt e li berê.Ji destpêka bêde…
Şiiri Oku →✒ HelbestEz Mendalekî Çar Salî Me, Mamo!
Ez mendalekî çar salî me, mamo!Ez mendalekî çar salîLi kolaneka Mehabada xopan mameLi kolaneka MehabadêKolanên Mehabadê xir û xalîRoj,Mîna kiloreka rûnî, ji genimê sorgulKu di tendûrê de sorgizirîDi şebaka me de,li rojhilatli esmanji min reWekî bişir…
Şiiri Oku →✒ HelbestHespên Me
Hespên me,Rabûn pêdarêLi bandevaşîrrîîîn...Ji pahnavaWeka lehiya Adarê Li qûntarêdakişînHerikîn, bi serûberşîrqîîînbi nalan ket,çirûsk hilfirînji dewsên simaçirûskên zer û hêşînMîna brûskên di biharêû hespên meLi ber sîngên xweVereşandinên taristanîp…
Şiiri Oku →✒ HelbestMelîkeya Misrê
Em bêjin ku tu melîkeya MisrêTiştek mîna Nefertîtî an KleopatraYaxudTacdara li ser textê HollywoodêLê ji bextê bi reş raMayî di Qesra Dar-ul-eytamAn jî li keviyek rêka Ebûsuûdê. De na lê! Ne, em herdû jî kerengperrên axekêKu welatê me hê jî mustemlek…
Şiiri Oku →✒ HelbestMilkê Evînê
Min milkek heye li wê deverêSekaniya evîn,û geşasoya xweziyanKarîna jiyana minBi rik jê dizê. Milkekî diherike û têDastan e,ji xewnan vehonandîMilkekî difûre,belêGewlaz e,ji axî û keserêKu hê ji „Qalûbela“Tarîx e li enî ûNûsîn e,libextê me. Milkekî j…
Şiiri Oku →✒ HelbestMin Navê Xwe Kola Li Bircên Diyarbekir
Min navê xwe kola li bircên DiyarbekirGava ku stêrkLi esmana stûxwarGava kuney û bilûr û tembûrû dehol û zirnesarbûnû cobarNedixuşîn di nivînên xwe de seraserSosin û beybûn û rihanNe d` bişkifin di bûtikê de.Tariyên giran Tûj û kûrBi zûrezûr û bi orî…
Şiiri Oku →✒ HelbestRojbaş Roza
”rojbaşbeyanî be xêrez û tubi çivîk-firêsê hezar kîlometre ji hevdû dûrlê, bi giyanîji canê hev ji hev re nêziktir in. dengê min nagihîje te, dizanimdi vê berdestî sibêdi xewka şîrînpêjnêhilîneku bibêjime:di xewnê de rojbaşdi xeyalê de beyanî be xêr.…
Şiiri Oku →✒ HelbestRom!
rom!em li dêrsimê not hezar,li zîlanbêhejmar hatin kuştinlê dîsa jîgihîştin îroşêx seîd gelek in ji bona darêli zîndanê tev ezîz yûsifîbi saya xweemê zîl bidinbifitiqinli kurdistanê her roj.
Şiiri Oku →✒ HelbestSira Sibê
sira sibê li ba bû,dara hewrê veciniqî hişyar bû,tevziyek da xwe,tevziyek kûr...û rahişt bilûrê danî ser dirana...bilûrji sedsalên dûrû ji kezeba kûr stra. kaniya bin dara hewrê,bi dengê bilûrê re nihirandhêstir wirwirandmelûl melûlû pê redilê heyvê …
Şiiri Oku →✒ HelbestPaşayekî Ferman Deranî
Ji bagera tesadufê, ji çi moranêDi geremola gêtî de nebixêrJi qul û bexşikên taristanêpaşayek derket. Paşayekî osmanî li KonstantîniyeÇendî sal dersên ruvîtiyê xwendîÛ enî lêji çûna secdeya ber piyên SultanBi awakî pendîdûz biyeJi ava Elbatê vexwarîÛ…
Şiiri Oku →✒ HelbestEfendî
Dînekî afirand ji înkarêBi secde û mihrab û men berRedda Xweda û pêxemberan kirReddê kir xwede,* xwe kir pêxember Ji xwe da destpêkirin tarîxêHişyariyê, zîrekiyê, zanînêMurîd gotin amîn û dan dûTa ku bi serûçav ew kirin rêxê *xwede: îlah*Ji Milkê Evî…
Şiiri Oku →✒ HelbestCîrano!
Cîrano!Mal li rexoMal li ranoXwedêhiştoMalwêrano!Tu berbayê ifrîtê derewêyê ejdehayê heq nexweşînekeve qenebe bila ev reşîderkeve ji nava me. Were em bi çemberkî rûnên di civata mirovan:Ne tu li seriya min bi çavsorîNe ez li jora te bi dek û fen...Ez…
Şiiri Oku →✒ HelbestEv Keleh, Keleha Meyafarqînê
-ji çirayên ketî yên ronahî û azadiyê re- Ev keleh, keleha Meyafarqînê!Ne kitêb salix didin, ne tarîxKu kê çêkiriye û kengê.Lê malavayê endazer endazê wêWek nexşê destkariya keçeke bengîHonandiyê ji xewnê, ji hêvî û xeyalanJi dilê sotîKêşaye bi raste…
Şiiri Oku →✒ HelbestRêberê Ferehiyê
Hêvî di hesarê de tengezarBêmecal mabû li ber pençê sitemêÛ diva herxweziya ejdeha tarûmar biba. Mêr hebûn mêrxas hebûn helbet Mêr hebûn bi hêviyê mijandîMêr hebûn li hêviyê bi hesret. Mêrek mêrxasek ji wanXwe rapêçand bi çekên rêberiyêTariyê qelaşt …
Şiiri Oku →✒ HelbestŞemitîna Stêrkan
Ku şemitîna stêrkekNimaya mirina yekî mezin be;Herşev ji esmanê meStêrk dişemitin bê hejmar. Ne bêsedem û beyhûde ye,Ku hêvîdarên siberoj in, em.Me welatek wer zayok heyeRanaweste li ber rihsitîn tu car. Neşemitin stêrk! bêsedem,Nexuricin bê şop û bê…
Şiiri Oku →✒ HelbestNe Wextê Mirinê Ye
-Ji Yilmaz Guney re- Niha ne wextê mirinê ye.Çavê milyonan li te!Niha ne wextê şînkirinê ye,Dengê milyonan bibe xweRabe,Bi keremÇavê xwe veke. Niha ne wextê mirinê yeDestê me li kar sar meke!Bar meke ewrên di çavên me li taviyêKeserê li dilê me siwar…
Şiiri Oku →✒ HelbestRagihandina Azad
-ji dayikan re- Me hinarê bi serbilindî xwar, di zîndanêBi evîn û sergermiya Mem û ZînŞêx Seîd, Seyd Riza, Qazî MihemeXwençeyê dîlanê şandine bo meLi Kadiza Serbilinda emê bicivin. -ji bermaliyê re- Em ji axê hatin, dizvirin axêPeriya evînê wisa ferm…
Şiiri Oku →✒ HelbestŞehîdê Azadiyê
Halan di xwe dida Efrûtê tirsêBi gefa mirinê êrîş dikirBi sawê, bi qurfê, bi bêhêviyêGeremol û hêwirzeke wisa radikirKu cîhanê tanî ada-emanê. Têkoşerê rizgariyêDest kir tînika tariyêGewriyê li Efrûtê tirsê şidandÛ gotê:-"Pûç e, ey tirsgef û daxwaza …
Şiiri Oku →✒ HelbestGotara Azad
Ey xezebên ji esmênVegerin li lîsên xweEy hejyana zêrzemînBi edebRaweste l`ser dûvikê.Bi min re nekevin rikê!Yê min berberiya li çarenûsêKu ji min nehatiye pirsîn.Yê min têkoşîna heyînêKu hebûna min tê fetisîndi bedena min açend hezar-sal kevnar û qe…
Şiiri Oku →✒ HelbestBi Sultanê Osmanî Re Me Peyman Danî
Li raserê Dîclê meLi ser birca DingilhewaBerê min ber bi aliyê Sîpanê XelatêLi berwarên NemrûdDi ser Dîdeban deLi Deşta RehwaDilê min tingijiye ji derdanDixwazim serpêhatiya xwe bêjimLê nizanim çawa?Wê barê min sivik kira Mîr Evdal xanXanê BedlîsêKu …
Şiiri Oku →✒ HelbestXewna Diya Şehîdekî
Du par ji şevê çûbû, ew şevBenderih di xewnên kûr de.Masî nedilivîn di golêŞirrîna çiravan westandîÛ gul û giyaKerr û lal. Diyekê hilpetikî ji xewnêDeng lê çikandî,Qîrîn di gewriyê de fetisandî ma.Eşheda xwe anî bi çav û bicû.Li ser "pêxemberê axirê …
Şiiri Oku →✒ HelbestXewna Jina Şehîdekî
Jinekê,Wek hejyana çiyayekîHejiya di nivînê,Ji ber wê xewna dîtî.Rabû ser xwe, ku li çokên xwe xeFedî kir ji xezûr û xesiyê.Jinekê, ku diya çend ber zarûkanGot, di ber xwe de:-"Hey la li min dêranê! ma jinebî mam?Bûm diya sêwiyan, wey Xwedê neke."Û l…
Şiiri Oku →✒ HelbestYên We û Yên Me
Hevdû nedinasîn rûbirûBêî ku neyartiyek şexsî jî hebeYên we û yên me di neqebek deBi serî li hevdû qelibîn. Heyf herdû alî jî terr û ciwanJiyanek dûrûdrêj ber bi pêşerojLi ber wan hebûKuWe bihêla. Yên we pergalparêzên bi meaşPergala ku ji tariya kora…
Şiiri Oku →✒ HelbestDe Bivên Hûn Çi Divên
-ji zarokên şehîdan re- Hûn çi dixwazin zarûkno!Hûn çi dixwazin ji min, bidme weLêMin tişt nînin, mixabinKuJi mizdana bavê şêrîntirÛ xweştir binji hezkirina dayikê. We bihîstDe bivên hûn çi divên!Ku we têr nekin Tiştinê minLi xweşa we ku neçin,herwek…
Şiiri Oku →✒ HelbestÇima We Weha Kir
Mîna yên we, efendîno!Zarûkên me jî fêm dikirinVeşartokê bilîzinÛLi şekir bi şîranî bimijin Ew jî dikarin helbetFirindeyên kaxizîn ên belekberfînBifirînin li ber perê esmênWisa ku dilê mezinanLi bûrî bibijînin. Heyf hilanînê, efendîno!We li wan şîrîn…
Şiiri Oku →✒ HelbestStêrk û Xîçik
Bîst milyon stêrk li esmanBîst milyon xîçik li kersaxa çemNe tên rokirin, ne tên birandinNe tên tewandin, bi tu fermanî Bi mêrxasî dastana xwe dihonninÇi li zindanê, çi li serê çiya. *Ji Milkê Evînê
Şiiri Oku →✒ HelbestBi Têkoşîn e, Ev Mêjû Helbet
Milkekî diherike ji Mûnzir û AgirîTa be Silêmanî tarîx û jîn e.Dastanek hildibe li bilindayîJi kûrahiya xwe bi têkoşîn e.Bi têkoşîn e, ev mêjû helbetNebû cî û war ji tu kesî reYên xwestin ji destê me b` zorê derxinDestvala zivirîn li ser şopa xwe Ev …
Şiiri Oku →✒ HelbestXaçerê
Rê dikişî, dihat ji Hindê ÇînêRê bi kaş û hevraz, rast û serejêrKarwanê hevrîşm û biharatê bûnKu text welgerandin, tacan berejêr. Ma doza Îskender çi bû li Dara,Mebesta Cengiz û Tîmûr ma çi bû?Ku ne talan û tajan bû geloXalid ibnî Welîd çima hatibû? …
Şiiri Oku →✒ HelbestDilekî
Dilekî d` mazmazka pêş-Asyayê deDilekî çarkerî, bi xwînê der e.Pîrhevok tevna xwe lê rapêçayeDest kirye tînikê jê venagere. Ew dil e, dilekî mîna dilan eLi rexkî Elîşêr, li rexkî RêberAlîkî Beko ye, strî di gulêAlîkî Memo ye; dilsoj, bêxeber. Milkekî…
Şiiri Oku →✒ HelbestBi Tenê Ew Dizanin
Bi tenêPeriyên çavkaniyên Dîcle w FiratêZanin dastana me bistrên.Serpêhatiya me bêjinJi Bavê tarîxê şarezatir. Periyê çavkaniyên Dîcle w FiratêMa bera qey perî ne!? ..Çavên wan ji terazinê AraratêKu bi kerem biharê difûrîneDi gêdûka zivistananLi jiya…
Şiiri Oku →✒ HelbestDilê Min
Dilê min deryayek bê ser û bê binBêriyê hildike, xemê dijeneŞev lê geriyaye mîna Pisê QesGêdûk û zeber in, lê balimçe ne. Dilopek ji kanya xweziyê divêLêvên min î ziwa û çikçikandÎEy ewrê barana xweziyê wereHênik ke vî dilê dojeh lê çandî. *Ji Milkê …
Şiiri Oku →✒ HelbestSê Tîrêj
Tîrêj dadihatin ji esmanLi ser baskên periyên Dîcle w FiratêMin sisiya jê fesiland.Sê tîrêj, sê kevokên çîk spîSê şêrên berxwedan û hedarêSê şêr derî bi derî geriyanDerî bi derîDiçûn tewafa çavên zarûkanÇavên wan ên geş ji liba tirî. Zarûk kuDeng,Hêv…
Şiiri Oku →✒ HelbestLi Xwe Danîn
Di şerê serfiraz-jiyana xwe deEm natin şikestin bi destê dijminBirayên me li me xayin geriyanJi pişt ve bi dijmin em dane kuştin. *Ji Milkê Evînê
Şiiri Oku →✒ HelbestRasterast
Bi stran û bi dîlan wer dîwanê rasterastEw in bizota mayin û jiyanê rasterast Li benda te rê dipêm ku du mijûlî bikinBi rêkûpêk bi edeb bi erkanê rasterast Periyên Dîcle w Firat rastûçep reqsê dikinWilo divê reqsa wan ne b` vê manê rasterast: Ku em j…
Şiiri Oku →✒ HelbestDîsa
Stêrkek şemitî dîsaStêrkek şemîtî heywaxMirin çavên te birijinMala te bimîne kambax. *Ji Milkê Evînê
Şiiri Oku →✒ HelbestMixabin Mihemed Elî
-ji Mihemed Eliyê mutrib re- Mixabin Mihemed Elî,Wekî ku tu zînê xwe li bizinê kî;Tu bi lez mirî, û çûy ji nav meBêy ku tu me hînî zirnê kî. Li dengê zirna te ya zer;Kal û xort,Mêr û jin,Bajarek dihêwirî seranserGava kuLi dengê şêx çend sofî,Li dengê…
Şiiri Oku →✒ HelbestMala Cibo
"Mala Cibo di zirnê de ji hevûdu fam dikin."Gotineke Gelêrî Mala Cibo ji hevdûDi zirnê de fam dikirin,Serwext dibûn ji libtaÇav û birû. Em di ber hevûdu de qerimîn êdî.Ev çendî zeman,Ev çendî sal bi devkî û nivîskîLê havilkar in, ku hevûdu serwext bi…
Şiiri Oku →✒ HelbestTirkîn Ji Dilê Min
Tirkîn ji dilê min çû, dîsaRawestî hilma min bi kêlîkekGiraniyek venişt li ser dilê minGuhê min bi xewtLi ringîna derîÇingîna telefonêMeazellahGuhê min li ser hisa. Ev çi bela ye, ku tê gerîmQeder e, an bext e, nizanimSaetek şêst deqe ye, lê tuDi her…
Şiiri Oku →✒ HelbestHezar û Yek
Ji bona ji te hezkirinêSedemek tikûtenê,Lê hezar û yek heneJi bona nehezkirinê.Ew yek,Girantir davêje di mêzîna dilJi hezar û yekê dinê. Gelo teraziya dilê minNe li saz e? An jîEqlê min hêsîr e, ji pejnan ra.LewraNe maqûl e, kuHezar û yek siviktir bi…
Şiiri Oku →✒ HelbestDe Were Ha!
Axlêfe jî hat, bihurî û çûRewa ket hewayê, avê û axêŞîrika jiyan û hezkirinêHilkişî li darê, ta serê şaxêRê dipêm, rê dipêm, rê dipêm heywax!Ne ji te nûçeyek, mizgîniyek hê... Keledoj, keledojeh e, dilê minDi perengên hesreta te deKu biketa navê Roja…
Şiiri Oku →✒ HelbestBihar e, Êdî!
Bihar e, êdî bihar e, Roza!Gupik bi gupik in, gulî li darê.Balinde di çerxa dîlanê de,Serxweş in bi evîna biharê. Şirrîna avê ye, dişirşireDi devê mesîlê, li qûntarê.Ji zinarên hişkên di gelîXwê dide av, bi çiranek tê xwarê. Spiyê d` gevez, ji hinarî…
Şiiri Oku →✒ HelbestMeyildarî
Li devê newalê bilbilekLi ser şaxeke gulê berdestî sibêStra û stra û straGul çi kir, nizanim...Lê ji gundê meNe kes pê hesiyaÛ ne jî kesLi cendekê wî geriya Bi "selatun xeyrun el-mînen newm"Ya banga melê gundHacî Miheme, sofî Smaîl û xalê MîrzoHêdî h…
Şiiri Oku →✒ HelbestZûtir
-ji Mihemed Şikrîmê rehmetî re- Mala te ava, riyê te sipîKu tu mirî û çûyBihneke xweş vedan mal û zarûDi pey te deBi xwe ve hatin zû. Hîç xewta te bilaNe li ser wan beFirêqet razê di gorê daFirêqet razê heta te bivê Îro rastî xanima te hatimMin ew ne…
Şiiri Oku →✒ HelbestXaç
Li ser pişta îsa MesîhXaç, îşkence û azar û nimaya mirinêEw çend giran e, ku bê alîkarî û bê zor û zerpêMerivek bi tenê serî dernaxeDi binê barê wî deBi hilgirtinê Xiftan û kulahê seydayê keşeJi hevrîşimê xalis, bi gulên xaçînXaçên lê, ji zîv û zêr k…
Şiiri Oku →✒ HelbestDîlbera Keleş
Bedewî çilmisî l` ber pêlên zemanLê şabaş! di dêlvê jîrîtî geş bûDîlbera ku di wextê de keleş bûGula geş e, li baxê aqilmendan *Ji Milkê Evînê
Şiiri Oku →✒ HelbestYên Mayîn
Pergala me peşkilî em pergende manHin rûreş, hin dilkul, hin şermende manJi wê bobelatê yên nexesirînQeşmer û teredîn û gewende man. *Ji Milkê Evînê
Şiiri Oku →✒ HelbestEvîn û Hêvî
Serkêşê çerxa jiyanê; evîn destmal e, di destHêvî menal e, li hember xewt û xeter ku neyarMin ji sitranan çelengek l` enya dildara xwe bestLi asoyê pêşerojê yar dipê û hêvîdar Çenbera derd û bela, kerb û keser, û hesretêHer li kar e; teng bike, rake …
Şiiri Oku →✒ HelbestBerevajî Fikirîn
Ku keran li nik kerangirênedanaÛ seyan nekirina nitirvan,Seyan bihewandina di axurêÛ keran berdana dervaKêf hê dibû kêfa guran. Ku keran li ba keran girênedanaEllahû-alemNe hînî zîtika dibûn ji hevNe hînî kerîtiyê.Kî zane belkî jî piçekBibûna meriv *…
Şiiri Oku →✒ HelbestJê Pêve
Kesî nekarî me bîne cem hevMe li hev bihêwirîneJi bilî def û zirnêÛ dûdûka başçawîş *Ji Milkê Evînê
Şiiri Oku →