Ana Sayfa › Şiirler › Zûtir
✍️
ŞİİR

Zûtir

Rojen Barnas
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Zûtir

-ji Mihemed Şikrîmê rehmetî re-

Mala te ava, riyê te sipî
Ku tu mirî û çûy
Bihneke xweş vedan mal û zarû
Di pey te de
Bi xwe ve hatin zû.

Hîç xewta te bila
Ne li ser wan be
Firêqet razê di gorê da
Firêqet razê heta te bivê

Îro rastî xanima te hatim
Min ew nenasî, maşelah!
Bîst sal ciwantir bûbû bi rastî
Û porê reş î ji miyê di bizinê
Bûbû hevrîşimê kej li serçav û rû.

Ber keçan mekeve, şabaş ji xwedê re
Ku bibînî tê nenasî muheqeq
Tê bêjî qey ji Hollywoodê hatine
Û ketine pavyonê
Van delalên çavbelek

Bo çi te vê qenciyê
Zûtir bi wan nekir ez benî?
Zûtir nemirî, neçûy da
Ew zûtir bigihana vê xweziyê

*Ji Milkê Evînê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.