Ana Sayfa › Şiirler › Ev Çi Şev e, Gelo?
✍️
ŞİİR

Ev Çi Şev e, Gelo?

Rojen Barnas
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ev Çi Şev e, Gelo?

Ev çi şev e, gelo? Bi vî tebayî
Ev çi şev e, ku dawînî lê nayê
Hingî dikudînim dirêjtir dibe
Hingî ku diçe tarî dike gurrayî

Çavên min nabînin, tu dibêy?
An nafesilînim pêşiya xwe? ...
Na! ne wisa ye bi rastî
Ku çavên min westiya bin
Kêm bûbe tê de ronahî
Lê ev çi ye ku dineqînim
Bozî ji gewrî, cûnî j` reşayî

Hingî ku diçe tarîtir dibe
Hingî dibûre gurr dibe tarî
Divê ku niha şefeq bidaya
Ji êvarê vê de çend sedsal bûrî.

*Ji Milkê Evînê
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.