Ana Sayfa › Şiirler › Mîrat
✍️
ŞİİR

Mîrat

Şêrko Bêkes
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Mîrat

Soranî:
Ke kew emirê
Dway xoy bo şax
çend qaspeyek becê dêllê
Ke heng emirê
Dway xoy bo bax
Hendê maçî şîrîn
Becê dêllê
Ke wextêkîş tawis emirê
Dway xoy hendê tîlî rengîn
Bo naw gulldan
Becê dêllê
Ke wextêkîş ask emirê
Dway xoy misk becê dêllê
Her katêkîş ke min mirdim
Dway xom bo êwe û Kurdistan
Hendê şi`îrî
Nazdar û ciwan
Becê dêllim..

Kurmancî:
Dema ku kew dimire
Li dû xwe ji bo çiyê
çend qebeqeban dihêle.
Dema ku mêşahingiv dimire
Li dû xwe ji bo bax
çend maçên şîrîn dihêle.
Dema ku Tawis dimire
Li dû xwe ji bo guldankê
Hinek têlên rengîn dihêle.
Dema ku ez jî mirim
Li dû xwe ji bo we û Kurdistan
Hinek helbestên cîwan dihêlim.

Ji pirtûka "Gulbijêrek ji Helbestên şêrko Bêkes"
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.