Ana Sayfa › Şiirler › Seru û Ney
✍️
ŞİİR

Seru û Ney

Şêx Riza Talebanî
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Seru û Ney

1
Seru û ney çîn ke legell qametî to bêne neberd
şekerî xwarduwe ney seru serî dawe le berd

Ger delîlî weku nuqtey dehenit nebiwaye
Minîş înkarim ekird wek hukema cewherî ferd

Lêy deparrêmewe ey ruhî rewanim tu Xua
çî ye dermanî dillim pêm dellê: Laço dill e derd

2
Gerçî Mîranî Xidir Beg muddetêk qur‘ey neda
Par le Xoşnaw qur‘eyan kêşa û gelêkyan pêwe kird

3
Wextê Nacî rût kira wek şêrî nerr cengî ekird
Gahgahêkîş le tirsan wirdeahengî ekird

4
Heyderî Kerrrarr e yaxo Xalîdî îbnî Welîd
Rostemêk e rojî de‘wa beynî beynella Hemîd

5
Qurbanî pelî bim ke pelî Hempelî pel kird
Xoy û segekey herdû be carê şeq û şel kird

6
Gû be rîşî tenikî ‘Ebdurehman Begî qayimiqam
Ew ke beynêk bêziyan bû, Bazîyan mexrûrî kird

Tallebanî bû ke sifre û nan û xwanêkî hebû
Day be serya herweku xepley qingî xapûrî kird

7
şarî Koye ke lebaleb butî tuşneleb e
Ger felek lêy bigerrê menbe‘î ‘eyş û tereb e

Dillberanî be mesel herweku eşa‘rî min in
Kamî lê degirî debêjî emeyan muntexeb e

Xaretî eqllî minî kirduwe zîna senemê
‘Arîzî reşkî qemer qametî nexllî ruteb e

Newzerr asa fereydûn sîfet û selim rewş
şeyde manend sîyaweş, Weş û Xusrew leqeb e

‘Arîz û xebxeb û ruxsar û zenexdan û lebî
Nazik û tuhfe û zêba û bedî‘ û ‘eceb e

Dillber û zerrkemer û cîlweger û ‘îşwefiroş
Seruy sîmîn û beden û şahîd û şîrînleqeb e

Zallim û dillşken û dostkuj û xesimnewaz
‘îsewîdîn û muxayin û ferrengîmezeb e

Sêwî danawe le jêr lêw ke emem goy zeqen e
Zîwî xirr kirduwe wek gok e emîşim xebeb e

Lalerrû, şêftemû, xalîb e bo erebede co
Rûy weku mahî felek zulfî weku zûzeneb e

Xwastî lêy maçê Reza kafire neydaye witî
Ey Xua lem kurre şêxzadeye çend bêedeb e
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.