Ana Sayfa › Şiirler › Abê Engûr
✍️
ŞİİR

Abê Engûr

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Abê Engûr

Erê cana bi wî agrê evînê
Li min sotî seraser ev ten û laş

Bi canbazî di sûka dilfiroşan
Kirî te ji min dil û can tev bi şabaş

Te da destê me piyalek abê engûr
Dema ku min vexwar hiş çû dimam şaş

Te ez avêtime çola evînê
çi çolek pir ne xweş, tev rêl û berokaş

Li wê çolê dikim hawar û gazî
Belê çibkim neyar û hem ne qardaş

Ji dûr leylan û rewrewkê dibînim
Wekî şîpên di avê bêne ser aş

Bi lez ez tême semtê lê mixabin
Ne av e, vedigerim dîsa beropaş

Te ez berdame rû dinyayê zalim
Bi derwêşî xwedî keşkûl û derbaş

Nekirye qet kesî xeşma te cana
Ne Cengîz û ne Hûlako ne Qerqaş

Bikî rehmê li Tîrêj ey keça rind
Delala ber dila, pir qenc û hem baş.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.