Ana Sayfa › Şiirler › Ala Çermîn
✍️
ŞİİR

Ala Çermîn

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ala Çermîn

Dixum sûndê bi Êlim heya hebî me Laleş
Naçim mizgeft û dêran berî nadim berê reş
Buhişta ku bi werd û bi sîwaka mi navê
Sed mereba bi dojê li nav wî agirê geş
Di nav caman de deynin li ber xwe latê Azer
Di gel Homan û Nemrûd li ser masê li bergeş
Cama welat li hev din di nîva agirê gûr
Xwe winda kin ji derdan bibin elest û serxweş
Qurtek ji camê nadim bi ava zendeganî
Digel sazbend û sazan dengê bilûr û cembeş
Natirsînî min agir ku têde serfiraz bim
Buhişta ku bi qelsî ew dojehe ew ateş
Tucarî ez xwe naxim rêza wan rih gemara
Bela ez bême sotin digel Beram û guhreş
Rûnim bi serfirazî li nêk box û berana
Kawa di nav me hilde ala çermîn bi derfeş
Jîna bi serfirazî xweştir ji baxê ridwan
Wekî Tîrêj dibêje hezar û neh sed û şeş.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.