Ana Sayfa › Şiirler › Avim Çika
✍️
ŞİİR

Avim Çika

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Avim Çika

Min dî di baxê sorgulan
Bilbil didî ber çendika
Vêra dikî qîr û hewar
Zozo dibarî rondika
Min gote bo çî bilbilo
Wek min bi fîxan û girî
Yara te wa hember teye
Lê ma gelo yara mi ka
Baxê te wa tev bişkivî
Pêkve gulên sor û zerin
Têde bikî geşt û firê
Gula di himbêza xweka
Vaye li te bûye behar
îro dem û dewra teye
Xwezyam bi te ey bilbilo
Derdê dilê xwe xweş bika
Carek li halêm nanerî
Ey bilbilê şadî eman
Wa sorgulêm tev çilmisîn
Wa kaniya avim çika
Kar û xebata min hemi
îro li min beyhûde çûn
Hilî mi çand virnî ketî
Pa ez çikim piştim şika
Tîrêj gelek heyf û xebîn
Keda te ma j`xelkê re lo
Avêt mi rast lê çep ketî
J`mezrîbê çûm ber şirika
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.