Ana Sayfa › Şiirler › Azerî Me
✍️
ŞİİR

Azerî Me

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Azerî Me

îro ji eşqa dîlberan
Êdî bi yek carî me bes
Gulyên di reş wek ejderan
Ew rewş û dîdarî me bes

Ew zilf û bisk û temberî
Eprî hevirmêşê berî
Ew kofî kêla serserî
Zincîr û ew çarî me bes

Enya sipî boz gewher e
Wek neynika îskender e
Kelha li Dara raser e
îdî ji wî marî me bes

Birwên di reş rengê kevan
Awir ji tîrên şerefxan
Dêmên di sor wek erxewan
Ev qehr û azarî me bes

Rû roj li dinyê xweş hilat
Dev kaniya Dicle û Firat
Ziman ji êmîşê welat
Êdî ji wî zarî me bes

Sing bexçe û baxêd gulan
Cê mirx û teyr û bilbilan
Havîngeha wan dil kulan
Êdî ji wî warî me bes

Bejna bilind Birca Belek
Textê Bedirxan lê serek
Mîna min kuştin wê gelek
Êdî ji ferwarî me bes

şehzade û mal mezinî
Bi rist û guhar û gerdenî
Ew sebebê jana min î
Êdî evîndarî me bes

şîret ji bo ehlê dila
Xwe nekne tora çav kila
Nekevin ber êş û kula
Fîxan û ev zarî me bes

Ev gotina pêşyên berê
" Awrek ji çavê dîlberê
Kûrtir ji derba xencerê "
Ev eşq û dildarî me bes

Sipas ji yezdanê mezin
Tore û helbest dane min
Tîrêj im ger pirskî ji min
Ji wê reha Arî me bes
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.