Ana Sayfa › Şiirler › Berzanî Nemirye
✍️
ŞİİR

Berzanî Nemirye

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Berzanî Nemirye

Ji mêj ve min dixwest mesûd bibînim
Omîda min bi cî hat wek min xwestî
Ne ku xwen û xeyale ez dibînim
Dizanim dîtenk rast û durustî

Di wê enya te ya wek mûm û fener
Kilîşa kurdistanê ez dibînim
Dibînim serhed û sîpan û bîngol
Cezîra kurd bi wê rewşa xuristî

Dibînim dêrsim û çiyayê elî beg
Ferat û dicle û xabûr dibînim
Dibînim wan rez û baxan seraser
Bi bawer û yeqîn ey gelperestî

Neyar vêga bi sê teşya dirêsî
Li ser mafê me go tevnê li darxin
Dikî nakî bi destê wî ve nayê
Hevokê me ne xêwî xav û sistî

çira k vêketî b’destê we îro
Li kurdistan bi xwîna pakrewana
Di xwazî wê çirê vemrînî dijmin
Venamre ew li ber şûrê ji hestî

Xuyaye pir bi lerz û taye dijmin
Ji govenda li erdê sedamî gerya
Ditirse ew ku roj bê ji rojan
li ber deryê wî ew govend bibestî

bijî herdem kurê şêrê li berzan
serok û serbilndê qehreman
serekdar mezin pêşwa û serkêş
nemir yê ew di xweda ye nivistî

ne mir ye mistefa berzanî saxe
bijî her dem di nîva can û dil da
bi kêmasî me ev helbest danî
mixabin ku serê xamê şikestî

çi bêjim di heqê wî de kême
emê bipêrin dîroka cîhanê
bela tarîx di heqê wî de bêje
bi wijdan ey tîrêjê dûredestî.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.