Ana Sayfa › Şiirler › Birc û Eywan
✍️
ŞİİR

Birc û Eywan

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Birc û Eywan

Yar eger bête semayê bi tena
Ji meşa werdek û zaxan çi divê?
Ger tu ramûse ewan dêmên di sor
Ji gul û çîçekên baxan çi divê?
Ger bimêje herdû lêvên qurmizî
Ji kulîlkên serê şaxan çi divê?
Ger tu û yar herdû hev çengel bikin
Ji gulîsorê di taxan çi divê?
Birc û eywan ku cih û ware te bin
Te ji mircaq û ji maxan çi divê?
Ger bi torê neçî rava masiyan
Ji delav û ji qeraxan çi divê?
Ger ne derwêş bî li duryan û riya
Te ji keşkûl û ji caxan çi divê?
Ger nebe bênder di nîva bênderan
Te ji wan sap û diraxan çi divê?
Ger di dil rehm û dilovanî nebin
Te ji wan term û kelaxan çi divê?
Kuştiyên te ger li meydanê nebin
Te ji wan miry û nesaxan çi divê?
Ger nebe alîkarê şoreşgera
Te ji mîr û beg û axan çi divê?
Rengê Tîrêj neb êşa millet re bî
Te ji derd û kul û daxan çi divê?
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.