Ana Sayfa › Şiirler › Dil û Can Min Firot
✍️
ŞİİR

Dil û Can Min Firot

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dil û Can Min Firot

Min li ser pêta evînê, ciger û dil tev de sot
Can wekî gogê dinalî, ew li ber kaşwêd kevot
Hêstirê xwînê ji çavan, têne xwarê cot bi cot
Nazikê aniye ber çavêm, bi saxî ew melkemot

Bê şik ev jîna ciwanî, tev li min bû êş û jan
Ez zirav îro dirêsim, bûm wekî kalê zeman
Hêz û hîmet çûn nema, îro di dev min yek diran
Min bi destê xwe di xwe kir, qet fêde nake gotegot

Ez ku razîme bi vê xeşm û cefaya dîlberê
Ez ne poşman im bi vê eşq û evîna gewherê
Ez evîndar im ne îro, lê ji heyamê berê
Ku di meydana evînê de, dil û can min firot

Ez di semta xwînşêrînan, bendewar û kole me
Ez di rêza dilgiran, bê şik li xwe pir ewleme
Ez ketim tora şepalan, ku bê heyf û tole me
Ez li wê çola evînê, mame bê kes kal û kût

Nazikê îro bi xeşmê, dame ber çakûç û dar
Rengê pêşmergan di cengê, dane ser pişta neyar
Bes beke vê xeşmê li min, ey çîçeka Xurs û Zinar
Sorgula deşta Rewanê, nêrgiza baxê pirot

Ma gelo dîsa bibînim, ez şepal û nazenîn
Rengê perwanê bikim, dewran li dor mûma geşîn
Dê bila li ser min peya bî, ew feriştê cansitîn
Wê demê Tîrêj here gorê, bi xwe pêxwas û rût
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.