Ana Sayfa › Şiirler › Dinalin
✍️
ŞİİR

Dinalin

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Dinalin

Meyzek li ezmanê bilind
Roja me nû va ye hilat
Rewşen dike bajar û gund

Bû qeb qeba kewê ribat

Bilbil dixwîne sed celeb
Bi dengê xwe`y zîz û eceb
Sotî li dildaran kezeb

Pê ra dinalin, deşt û lat

Ew leg lega gerden dirêj
Mesken li ser dara çilo
şalûr bi sed awa dibêj

Va tên ji Sîpanê Xelat

Quling û qaz û qertel e
Zerzûr û kund û zerzel e
Tev tên bi kewt û xulxul e

Wan dil ji min kirye berat

çima ewan mîrek heye
Sed koh ji wan re warge ye
Serbest dijîn, bê lûme ye

Kurd bes tenê man bê welat

şîmet bikin, rabin tevî
Qeda bi tembelî kevî
Bijîn di nêv koh û zevî

Ferz e îro li me xebat

Zozan û deşt, teva dijîn
Lewra ji dil bûme birîn
Tîrêj li ser ax û enîn

Ku çû ji dest me ev welat
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.