Ana Sayfa › Şiirler › Diyarê Bo Xunavê
✍️
ŞİİR

Diyarê Bo Xunavê

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Diyarê Bo Xunavê

Tu mizgîn û xelat e ey kova xunavê
Ji dilkî pak û paqij li te dikim silavê
Bi hêvî û omîdim tu herdem berdewam be
Ji bona xwendevana di her wext û gavê
Tu heft salî ciwanê pir bi şewq û şemal e
Ayetên te dixwînim li ber wê şewq û tavê
Gerek her dem tu carek wekî heyvê xuya be
Gelek derenge sê meh ta neqşekê tu bavê
Tarîx û tor û edeb hemî têda dibînim
çikim ji mal û milka ji cewher û diravê
Bi temtêla xwe zax e lata me torevania
Bi keysem û fesal û şox û bejn zirav
Di xemlê da dibînim negar û neqşê manî
Ewesteya zerdeşt roj û şeveq dinalî
Tu kurdistan sernser bê wê şewqa xwe şakir
Tu naraz û buhare bêhna misk û gulavê
Du dotmama welate wê rojek bê ne dûre
Te bighêzin bi berbû jimara dê û bavê
Ew roja serxwebûne ey bûka ser bi xêlî
Tîrêj here ji dêvlê silava bik li zava.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.