Ana Sayfa › Şiirler › Diyariya D.Kamîran
✍️
ŞİİR

Diyariya D.Kamîran

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Diyariya D.Kamîran

Kamîranê dilovan tu bi nav û nîşanî
Li kurdistan tu îro keyxusrewê zemanî
şewqa roja me ya nû dida welat seraser
Rohnî dikir çol û deşt heya zozanê banî
Ew sitêra mey bilind şeveq dida cîhanê
çi karwan û çi rêwî wextê xwe pê dizanî
Belê mîrê mi îro çiqasî em dinêrin
Li ezmanê me kurda nema dikin xuyanî
Gelo mij û mûranê sî girtiye ser wana
Ji vî bextê meyî reş nakin rohnî li banî
Diwêt eger nama be emê ji ter bişînin
Li ser baskên di teyran ji xwîna erxewanî
Qelem eger nema bin tilyên keçan û bûkan
Bikin qurz û bişînin qelemin wek tu zanî
Qelen çiqa biha be, ji ber nadin xwe alî
Têde bidin mal û milk digel jîna ciwanî
Stêr û roja xwe îro wek berê em dixwazin
Ji kulek û pencera şewq bidin her xanî
Ji hozanê mey bilind Tîrêj ûmîdeware
Ko bide bersiva wî belê neb dilgiranî.
(Civînek min digel D-Kamîran li Libnanê di sala (1943) ev helbest min diyarî wî kir ji ber ku Sitêr û Roja nû bi destê wî ji Libnanê ji mer dihatin lê du sê meha ew herdu rojname hatin birrîn û nema derdiketin ji ber vê yekê pirsa me ev bû. Lê mîrê mey hêja dîsa ji mere şandin.)
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.