Ana Sayfa › Şiirler › Em Bira Ne
✍️
ŞİİR

Em Bira Ne

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Em Bira Ne

Em bira ne xortê kurd in
Tev dixwînin yek ziman

Em tev mêr in tev jî merd in
Daxwaza me Kurdistan

Bijî bijî dibistan
Bijî bijî dibistan

Dibistana me bilind e
Tê de heye sê dere

Cê wê roavayê gund e
Bi kulek û pencere

Bijî bijî dibistan
Bijî bijî dibistan

Her navbera du dersan
Deh deqan lîskebazî

Ne hêvî ye ji Yezdan
Her sal bi serfirazî

Bijî bijî dibistan
Bijî bijî dibistan

Rûsipîtî em herin
Cem bira û bavên xwe

Bi şermîsarî nerin
Dilşikestî malên xwe

Bijî bijî dibistan
Bijî bijî dibistan
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.