Ana Sayfa › Şiirler › Emrê Çûyî
✍️
ŞİİR

Emrê Çûyî

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Emrê Çûyî

Feryad û sed ax û eman
Ez ketme ber êş û bela
Heyfa evî emrê ciwan
Min daye ber derd û kula

Derdan di dil min dane şax
Bihar li min bû wek tebax
Mêrga dil û can çilmisî
Hişkbûne hewdê sorgula

Hişk bûn li dil mêrg û çîman
Teyr û tilûr qet tê nema
îro ji wî baxî bilî
Awaz û dengê bilbila

şalûr û bilbil mirxê baz
Qumrî, quling, şahîn û qaz
Tev jê firîn derketne der
Ma warê bûm û qertela

Tîrêj bese qîr û hewar
Emrê çûyî lê nabe çar
Kêf û xweşî îro li dil
Bêne wekî salêd xela
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.