Ana Sayfa › Şiirler › Ey Kurê Min
✍️
ŞİİR

Ey Kurê Min

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ey Kurê Min

Tu guhdêre çi bêjim, kurê min ey tu Dara
Cewher ji ter birêjim, ji bîr meke tucara

çax û dem ey kurê baş, karwan e tim li rê ye
Eger tu jê ma li paş, tê bimînî li wara

Jê yêd nezan tu dûr be, kambax û mal wêran in
Bi zana ra mijûl be, ji wan pir bik tu yara

Civîna mervê zana, tev hiş û hîn û zanîn
Lê civata nezana, wek axurê dewara

Meke bawer kurê min, ji gelaca çi gotin
Tu bawer be li nêk min, weha gotin du cara

Dilxweş ke yê dil bi xem, dilê kesî mehêle
Dilovan be tu her dem, digel xizan û jara

Bi gotin û peyvên xweş, tu dikarî bi derxe
Ji wan cihê teng û reş, tûpişk û kore mara

Bike xebat bo welat, wekî bavê xwe Tîrêj
Bike çiqa ji te hat, nemîn ji pişk û para

*www.tirej.info
**Rêzkirina tîpan:
-Mişel Osman(bavê Nisrîn)
-Ibrahîm Ebdî(bavê şêrîn
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.