Ana Sayfa › Şiirler › Ez Ne Bazî Me
✍️
ŞİİR

Ez Ne Bazî Me

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ez Ne Bazî Me

Min nema hêvî ji gişta nazenîn
Min ji wan şox û şepalan daye dil

Nema xemkêş im li rû xakê zemîn
Min ji wan fikr û mitala daye dil

Ne nêçîrvan im li rû deşta evîn
Min ji wan ahû xezalan daye dil

Ez ne bazî me bi min ravê bikin
Min ji wan mirxên li bala daye dil

Ne Mem im bi xwe aşiqê Zîn
Min ji wan zîndan û çala daye dil

Ne jî Ferhad im evîndarê şêrîn
Min ji wan gustîl û lala daye dil

Ne Siyamend im li Sîpan har û dîn
Min ji Xec û yar û hevala daye dil

Ne ez im mirvê bi rûxweş zikreşîn
Min ji wan xaltîk û xala daye dil

Ne jî perwan im li dor mûma geşîn
Min ji wan çîçek û lala daye dil

Ne jî serxoş im li ser masa evîn
Min ji wan cam û piyala daye dil

Ta hebim êdî nema rûgeş divên
Min ji wan naz û delalan daye dil

Ne ez im derwêşê keşkûlê hilîn
Min ji wan berbejn û fala daye dil

Min ku Tîrêj im ne bê ol im û dîn
Min ji wan peyvên di vala daye dil
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.