Ana Sayfa › Şiirler › Ez û Tûtin
✍️
ŞİİR

Ez û Tûtin

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Ez û Tûtin

Seyda:
Tûtinê xweş tûtinê
Lê hevalek xayinê
Tu neyar û dijminî
Sebeba êşa minî

Tûtin:
Ez tûtina şingalim
Por zer û birî çalim
Ez xweş dost û hevailm
Bawer bike ez benî

Seyda:
Tevde tu êş û jane
Derdekî bê dermane
Nexweşya dil û cane
Ta’le tu jehr û genî

Tûtin:
Ez im tûyina silîva
Di nîva dev û lêva
Piştî taştê û şîva
Tu bi kedera minî

Seyda:
Ez nexweşim bê halim
şev û roja dinalim
Tev ji destê zalim
Bi aqlê midkenî

Tûtin:
Tûtina mûş û wanê
Ez im li kurdistanê
Min deng daye cîhanê
Bêhna xweş ew ya minê

Seyda:
Bê bawerê zik reşê
Tu wek tûmê kelbeşê
Dinya gewrik rûreşê
Li min dikî wek tenî

Tûtin:
Tûtina xursa navê
Ez im li ber wê avê
Zer xuya me ber tavê
Qlûn vexur mid cinî

Seyda:
Xapînokê ne waye
Hevala êş û ta ye
Xefk li ber min veda ye
Tu melkemota minî

Tûtin:
Her hilmekê dikşînî
Agir bi min di xînî
Hezar kulî dertînî
Mirna te b’ destê minî

Seyda:
Tîrêj bi soz berê
Wê te bavê defterê
Ferman bikî j’vê derê
Beherke kûr bê binî.

*Rêzkirina tîpan: Ibrahîm heso (neviyê Seydayê Tîrêj), ibo_kurd84@hotmail.com
**www.tirej.info
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.