Ana Sayfa › Şiirler › Felekê
✍️
ŞİİR

Felekê

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Felekê

Felekê hoy felekê
çav reşê çav belekê
Por sorê por xelekê
Felekê

Felekê keçka gundê
Xweşikê poz bilindê
Were dakeve govendê
Felekê

şêrînê sebra dila
Tu bi nazdarî hela
Bihejîn herdu mila
Felekê

Mor û mircan û benî
Goh û toq û gerdenî
Berbisk û rista `enî
Felekê

Xome xom têkeve nav
Deng bidin bejna zirav
Tu bişo cerg û hinav
Felekê

Xanima koşk û sera
Xort û lawan û kura
Bide ber wan awira
Felekê

Reqs û govena me yar
Bê te xweş nabî tucar
Tu li Tîrêj meke bar
Felekê

Ev xem û êş û keder
Derd û axîn û keser
Tev ji dil ku bêne der
Felekê.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.