Ana Sayfa › Şiirler › Geşt û Kelek
✍️
ŞİİR

Geşt û Kelek

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Geşt û Kelek

Dîsa li min awir kişand, yarê bi wan çavên belek
Birca dilê min hilweşand, ez kirim nêv çexa felek
çerxê bi fitl û ger û dor, geh birme jêr geh birme jor
Geh ez birim Sîpan û Tor, Cîhan li min kir wek xelek

Xeşma dikî kes nake yar, dil tim bi qîrîn û hawar
Wek leşgerê şahê Tetar, kirne li dor xêz û xelek
Geh piştî ye geh hok e dil, geh îşk e geh badok e dil
Geh bezme ye geh gog e dil, çogan bi dest yar birye şek

Ser sot e geh arişt e dil, geh agirê Zerdeşt e dil
Derya kelek sergeşt e dil, mişt û tijî geşt û kelek
Geh mûm e geh perwan e dil, geh deşt e geh zozan e dil
Gelyê derê Zîlan e dil, geh Qoçegêr geh tendûrek

Geh bibil û şalûr e dil, geh ney e geh tembûr e dil
Geh Dicle geh Xabûr e dil, geh sîper û bazê belek
Ey dilberê dilgawirê, te dame ber wê awirê
Cana dilovanyê bike, xeşmê li Tîrêj xwe mek.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.