Ana Sayfa › Şiirler › Gula Sor
✍️
ŞİİR

Gula Sor

Seydayê Tîrêj
Helbest👁 1.001 etkileşimEdebiyat
✍️

Gula Sor

Cana me dî l`nêk pencerê
Gurzek gul û çîçek bi dest
Min dest dirêj kir hemberê
Bes min gula sor jê bixwest

Ebrû li min wê hilçenî
Awir vedan got:Ezbenî
Ev sorgula baxê min î
Nadim kesî, ey gulperest

Ger te divê ya kesk û şîn
Ya zer û ya jî Yasemîn
Fermo ji xwe`r wana derîn
Da bîn bikî ey jar û mest

Ger te divê rengê kerez
Ya pembe ya xakî gewez
Nakrim ewa ji destê te ez
Bikre li ber sîngê bi best

Ger te divê ya nêrgizî
Qedîf û xemrî qurmizî
Hilî tu bê ax û xwezî
Reşmar bi nêva dil vegest

Ger te divê ya sosinî
Ya gul hinar û ya binî
Yê`j ter nebî malê min î
Êdî bes e ey dil şikest

Ger te divê tûmek nefel
Ya hin ji rêhana du pel
Yan jî kulîlka qurnefel
Bistîn li ber min bes vewest

Ger te divê ya şîrikî
Ji ter di pêsîra xwe kî
Tîrêj tu xweş bawer bikî
Ya sor bi destê te neket.
❤️ 0 beğeni
Eseri puanla:
0,0/5 · 0 oy
Giriş yap, beğen ve puan ver.
↗ Bu eseri paylaş

✦ Bunlar da İlginizi Çekebilir

Benzer şiirlerle okumaya devam edin.

💬 Yorumlar

0 yorum
Henüz yayınlanmış yorum yok. İlk yorumu sen bırakabilirsin.